Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cenazê Sakine Cansiz û Hevalên Wê Dibin Dîyarbekirê


Roja Pêşemê jibo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Dîyarbekirê wê merasîma cenazeyê were lidarxistin.

Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezirê Tirkîyê Bulent Arinç di derbarê mijarê de hişyarî da û got “dibe ku hin grupên marjînal bixwazin di merasîmê de aloziyan derxin, an ew der vegerînin şovê, lê berpirsên ku mersimê lidar dixin divê hişyar bin da ku divê merasîma cenazê venegere provakasyonek mezintir.”

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut jibo Dengê Amerîka got her sê cenaze roja Çarşemê êvarê di demjimêr 20:30’ê, ji balafirgeha Dîyarbekirê wê werin girtin û roja Pêşemê di demjimêr 11:00’an de li Qada Batikent'ê wê merasîma cenaze were lidarxistin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG