Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Alîkarîyê jibo Qurbanîyên Sandy Erê Dike


Serokê Civata Nûneran John Boehner li holeke Kongresê
Serokê Civata Nûneran John Boehner li holeke Kongresê
Civata Nûneran li Kongresa Amerîkî qanûnek pesend kiriye ku têde 51 milyar dolaran wekî alîkarî pêşkêşî qurbanîyan barova Sandy dike, ya ku yek ji xirabtirîn bahozan bû ku li bakur rohilata Amerîka xistine.

Endamên Civatê bi 241 erê û 180 na roja Sêşemê deng li ser pêşkêşkirina alîkarîyê dan, ku hinek jê diçe jibo duristkirina sîstema hatûçûn û rêyên fireh û malan li herdu wîlayetên New York û New Jersey.

Pesendkirina qanûnê hate kirin du hefteyan piştî ku Serokê Civata Nûneran John Boehner turebûneke gelêrî derxiste holê dema dengdan li ser heman qanûnê kir ku berê ji alîyê Civata Senatê jî deng li ser hatibû kirin. Rexnegir dibêjin, dê ev gava Boehner gihiştina alîkarîyê hîn paşve bixîne.

Qanûna nû pêwîst e here bo Senatê jibo yekcarî were pesend kirin, paşê dê were şandin jibo Serok Barack Obama.

Hêjayî gotinê ye ku Barova Sandy 29’ê meha 10’ê li sala borî li Berava Rohilatê Amerîka xistibû.
XS
SM
MD
LG