Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Teqînek 30 Birîndaran li Dû xwe Dihêle


Karbidestên Afganî dibêjin, bi kêmî ve pênc êrîşbirên xwekuj êrîşek li ser navenda îstixbaratên neteweyî li Kabulê destpê kirine.

Dîdevan dibêjin ku otomobîlek bi teqînan barkirî ji derveyî derîyê Rêvebirîya Ewlekarîya Neteweyî rawestî û paşê teqîya ku di encama wê de teqînek derket holê. Hinek êrîşbirên din li ser pêyan nêzîk dibûn, lê ji alîyê pasevanên ewlekarîyê hatin girtin. Piştî teqînê dengê teqelêdanê hate bihîstin.

Karbidest didin zanîn ku nêzîkî 30 kesî di teqînê de birîndar bûne. Tevgera mîlîtan ya Talîban berpirsîya vê êrîşê xiste stûyê xwe.

Ev teqîn tê kirin, tenê çend rojan piştî ku Serokê Afganî Hamid Karzi ji serdana xwe ya Washington vegerîya bû ku li wir ewlekarîya Afganistanê ligel Serokê Amerîkî Barack Obama gotûbêj kiribû.
XS
SM
MD
LG