Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Operasyonên Xwe li Malî Dom Dike


Hêzên Fransî operasyonên ser erdê li Malî destpê kirine û derbasî bajarokê Niono bûne ku dikeve başûrê devera destpêka vê hefteyê di dest mîlîtanên Îslamî de bû.

Wezîrê Berevanîya Fransî Jean Yves Le Drian got, dê şerê li Malî dirêj be. Wî herwiha da zanîn ku hêzên wî ji paytexta Malî ber bi herêma li jêr destê serhildayan diçin.

Wezîrê Fransî dibêje, “îro hêzên me yên erdê di prosesa şandinê de ne. heta nuha me hinek hêz li Bamako hene da ku parastina xelkê û hemwelatîyên Ewropî li wî bajarî bikin. Nuha hêzên Fransî digihêjin bakurê welat.”

Nûçegihana Dengê Amerîka Anne Look got ku karwanekî tankan roja Sêşemê ji bajarê Bamako derket û berê xwe da bakur.

Fransa pêşî hêzên xwe roja Înîyê li ser daxwaza hikûmeta demikî li Malî şandibûn welatî Afrîkî, û ji wê çaxê de alîkarî ji Fransayê tê. Di dawî de dê jimar leşkerên Fransî li Malî bigihêje 2500 leşkerî. Hikûmeta Fransî dibêje, dê hêzên wê li Malî bimînin heta ku rewş li wir aram bibe.

Tê çaverê kirin ku Nejîrya jî roja Çarşemê 190 leşkerên xwe bişîne Malî, ku beşa wê ye ji 3300 leşkerên welatên Rojavayê Afrîka, yên ku Neteweyên Yekbûyî biryara çûna wan daye da ku şerê mîlîtanên Îslamî bikin.
XS
SM
MD
LG