Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserî Sûrîyê Şer Berdewam e


Aliyek ji teqîna li Zanîngeha Helebê
Aliyek ji teqîna li Zanîngeha Helebê
Şer roja Çarşemê li deverên seranserî Sûrîyê berdewam dibe. Hemdem, komeleke mafên mirovan ya Sûrî dibêje ku jimara qurbanîyên du teqînan li Zanîngeha Helebê gihiştîye 87 kesan.

Komîteyên Hemahengîya Xwecihî yên opozisyonê êrîşên hêzên hikûmetê li ser Dera, Hums û deverên derdora Şama paytext ragihandin.

Hemdem, rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingehê wê li Brîtanya ye, dibêje ku bêtirî 150 kesî di teqînên roja Sêşemê yên Zanîngeha Helebê birîndar bûne û jimara kuştîyan reng e bilindtir bibe.

Rêxitinê gote Dengê Amerîka ku ti kesî heta nuha berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe.
Di nav kuştîyan de xwendekar û penaber hene, ewên ku li navenda zanîngehê hatine bicî kirin.

Medya dewletê ev teqîn wekî karekî terorîstî da zanîn, lê jimara kuştîyan diyar nekir. Wezareta perwerdeya Sûrî dibêje, dê ders û ezmûn roja Çarşemê werin betal kirin jibo sersaxîya kesên kuştî.

Sedema teqînan hîn diyar nebûye, lê hikûmet û çalakvanên opozisyonê hevdû bi vî karî tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG