Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balikçi: li Hewlêrê Çekdanîna PKK’ê Tê Ragihandin


Şîrovekarê Sîyasî Balikçi, anku bi navê xwe yê rastîn Îlhamî Işik, ji Dengê Amerîka re dibêje, jiber ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), Abdullah Ocalan, îradeya xwe ya serketinê beyan kirine, hêvîyeke zêde jibo serkeftinê heye.

Balikçi, bêyî tu rûdanên nexweş pêk werin, bi selametî rakirina cenazeyên 3 jinên Kurd, wekî ezmûneke giranbiha jibo BDP’ê û tevgera sîyasî ya Kurd dinirxîne.

Ew, dibêje, dewletê berîya hevdîtinên Îmralîyê eşkere bike hin gavên mîna dersên bijarte yên Kurdî û guherîna sîstema dadê avêtine ku niha jî tê pêşbînî kirin PKK gav bavêje.
Balikçi, îdia dike, wê ji biharê ve çekdarên PKK’ê vekişin derveyî sînor û havînê jî li Hewlêrê bi konfransekê dawîkirina şerê çekdarî yê PKK’ê were ragihandin.

Ew, diyar dike, mirov nikare vê pêvajoyê û yên berê bide berhev ku niha dewleta Tirkîyê hin gavên berçav avêtine ku dixwaze piştî agirbesteke mayînde jî van gavan temam bike.

Şîrovekar Balikçi, li ser terorkirina 3 jinên Kurd li Parîsê, dibêje, îhtîmala herî mezin jiber ku lihevkirina PKK’ê û dewleta Tirkîyê li hisabê wan nayê, wekî karekî bi hevkarîya El Mûxaberata Sûrîyê, dewleta Îranê û alîkarîya lojîstîk ya îstixbarata Fransa’yê pêk hatiye.
Ew, herwiha destnîşan dike, heger rêwresmên cenazeyên 3 jinên Kurd, bi selametî derbas bibin, wê rêya Îmralîyê ji hevserokên BDP û KCD’ê re vebe ku evê jî pêvajoyê pêşdetir bibe.

Ew dide xuya kirin, cara pêşî ye ku serokwezîr Erdogan, jibo vê pêvajoyê navlêkirina ‘Pêvajoya Aştîyê’ dike ku divê her Kurdek ji vê pêvajoyê bi hêvî be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG