Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkujîyeke Nû li Sûrîyê Pêk Tê


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku hêzên ser bi Serok Beşar Esed bêtirî 100 kesî di êrîşekê de li bajarê Humsê kuştine.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingehê wê li Brîtanya ye roja Pêncşemê ragihand ku êrîş roja Sêşemê pêk hat, dema ku hêzên hikûmetê mal dişwetandin û gule berdidan qurbanîyan. Tê gotin di nav 106 kesên kuştî de jin û zarok jî hene. Neteweyên Yekbûyî dest bi vekolînekê di vî derbarî de kiriye.

Rêxistana Sûrî zanînên xwe ji toreyeke çalakvan, bijîşk û parêzeran li hundir Sûrîyê kom dike. zehmet e bûyerên li Sûrîyê werin piştrast kirin jiber ku hikûmet bi tundî rê li ber rojnamevanên cîhanî digire ku derbasî Sûrîyê bibin.

Di şerê Sûrîyê de ku ji Adara 2011an destpê kiriye, bi kêmanî 60 hezar kes hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG