Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Işik: Arambûna Merasîman Hemî Astengan Ranake


Fehîm Îşik
Fehîm Îşik
Stenbol - Cenazeyên her 3 jinên Kurd ku 9’ê meha Yekê li Paytexta Fransa Parîs’ê hatibûn kuştin, do êvarê gihîştin Stenbol’ê. Îro Pêncşemê jî li Dîyarbekirê bi beşdarîya girseyên mezin merasîmek jibo wan hate saz kirin.

Jiber ku tu rûdanên nexweş li merasîma herî mezin ya Dîyarbekirê pêk nehat, di nirxandinên bîragiştî de, tê gotin ku pêvajoya çareserîyê gaveke din pêşdetir çûye.

Her ku di merasîma Dîyarbekirê de tu rûdan pêk nehatibin jî piranîya medya Tirkîyê ji bilî çend nimûneyan merasîma cenazeyan derxnestin pêş û piştguh kirin.

Nivîskar û Rojnamevan Fehîm Işik, ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin ku jibo guherînê hê jî ji medya û bîragiştî ya Tirkîyê re dem divê.

Ew, dibêje, mirov jibo xwedîderketina cenazeyan û arambûna merasîman, bi sedema ku hê jî her du alî bi îhtiyat tevdigerin nikare bêje rojeke dîrokî ye ku hemû astengên pêşîyê rake.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Salih Turan, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG