Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Partîyeke Tirk li Bulgarya ji Kuştinê Difilite


Li Bulgarya û li dema gotareke bi rîya televizyonê dihate pêşkêş kirin, mêrek derket ser dikê û demançeyek gazê xist serê serokê Partîya Tirkên Bulgarya.

Serokê Tevgera Maf û Azadîyan, Ahmed Dogan li mêrik da berî ku guleyê lê bide û paşê pasevanên ewlekarîyê zilamê nenaskirî avêtin erdê.

Ev bûyer li kongreyeke partîyê li Sofia paytext çê bû.

Wêneyên li ser televizyonê diyar kirin dema çend kesan li wî zilamî didan û bi pêyên xwe lê dixistin dema ew ketibû erdê.

Polîsan gotin, wan mirovê 25 salî yê ji bajarê Burgas yê Bulgarî girtîye ku herwiha du kêr jî ligel bûn. Demançeya gazê bi rewşa normal de nikare xelkê bikuje, lê dema gelekî nêzîk be, metirsîya wê heye.
XS
SM
MD
LG