Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Banga Diyalogê Dike


Wezîrê Derve yê Sûrîyê roja Şemîyê bang li serhildayên welêt kir ku çekên xwe deynin û bibin beşek ji prosesa diyaloga niştimanî.

Welîd el Mu’alim got ku çi kesê ku beşdar bibe, dê têkeve nav hikûmeteke nû de ku bêtir desthilat li jêr destê wê hebe.

Di hevpeyvîneke zindî de roja Şemîyê ligel televizyona dewletê, birêz el Mu’alim got ku hemû alîyên opozisyonê dikarin beşdarî hikûmeta nû bibin madem ku ew maytêkirina biyanî red dikin.

Destpêka vê mehê, Serok Beşar Esed hemû bangên derketina wî ji desthilatê red kiribû û soza dabû ku şerê serhildayan berdewam bike. Esed herwisa pêşnîyar kiribû ku konferanseke lihavhatina niştimanî, hilbijartin û destûreke nû pêk werin. Lê opozisyon jî dibêje, divê Esed ti rolê di prosesa çareşerîya nakokîyê de nelîze.

Hevpeyvîna ligel wezîrê derve yê Sûrîyê dihat kirin li dema ku çalakvanan tundûtûjî li deverên cuda yên Sûrîyê radigihandin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye got ku şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û serhildayan de li parêzgeha Îdlib ya bakur welatî derket holê, piştî hewildanên serhildayan ku dixwazin bingehên leşkerî konrol bikin.
XS
SM
MD
LG