Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Sûnd Xwar


Obama li dema sûndxwarinê
Obama li dema sûndxwarinê
Serokê Amerîka Barack Obama bi fermî dest bi gera xwe ya duwem wekî serok kir, piştî ku li pêş Amerîkîyan sûnda serokatîyê xwar.

Bi amadebûna nêzîkî 800 hezar kesî roja Duşemê li pêş Kongresa Amerîkî, birêz Obama sûnd li ber mezine dadwerê Amerîka John Roberts xwar. Serok Obama soz da ku heta jê were ewê destûra Amerîkî biparêze.

Serok herwiha got ku her dema Amerîkî rêwresmên sûndxwarinê dibînin, careke din em hêza destûra vî welatî destnîşan dikin. Serokê Amerîkî di dirêjahîya gotara xwe ya sûndxwarinê herwisa tekez kir ku soza demokrasîyê berdewam bike.

Piştî sûndxwarinê, Serok Obama û xanima yekê, Michelle, berê xwe dide nav avahîya Kongresê da ku li wir ligel rêberên Kongresê xwarinekê bixwin. Piştî wê yekê, dê bi meşeke merasîmî vegerin Koçika Spî.

Her li dema sûndxwarinê, Cîgirê Serok Joe Biden jî sûnda posta xwe xwar.
Jimarek wêne ji dewrûberên Kongesa Amerîkî, cihê Sûndxwarina Serok Obama. Bo dîtina wêneyan, ji kerma xwe li vir klîk bike.
XS
SM
MD
LG