Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bo BDP'ê: Hay ji Gotinên Xwe Hebin


Stenbol- Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, îro Sêşemê di girûba partîya xwe ya parlemanê de, bi sedema ku bi zimanekî aştîyane tevnagerin Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi tundî rexne dike.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî helwesta Serokwezîr Erdogan ya li dijî Kurdan rexne dike ku hê jî ew Kurdan wekî gelekî cuda hisab nakin.

Serokwezîr Erdogan, dibêje, jiber ku yê wan dişîne girava Îmralîyê ba Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ew bixwe ye, divê karbidestên BDP’ê hay ji gotinên xwe hebin.

Birêz Erdogan, herwiha banga sîyaseteke wêrekî li BDP’ê dike ku dibêje, ‘Li ser êşê dahatû nayê ava kirin. Em çekan û kulmên şidîyayî ji navberê derxin.’

Birêz Demirtaş, banga xwedîderketinê li Kurdên Sûrîyê jî dike û dibêje, divê Tirkîye helwesta xwe ya dijî mafên Kurdên Sûrîyê biguherîne. Ew, dibêje, ‘Dilê ku li Serêkanîyê û Diyarbekirê lêdide heman dil e.’

Jibo guhdarîkirina raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG