Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Serokwezîr Hilbijartinên Parlemanê li Îsraîlê Bidest Dixe


Encamên hilbijartinên parlemanî yên Îsraîlê diyar dikin ku lîsteyên rastgir û naverast kursîyên wekhev bidest dixin. Ev encam dihêle ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahu hevpeymanîyeke nû jibo hikûmetê ava bike.

Ligel bêtir ji 99 ji sedî ji dengan roja Çarşemê hatin jimartin, her alîyekî 60 kursî ji Knesseta 120 endam bidest ve anî.

Hevpeymanîya partîya tundrê ya birêz Netanyahu, Likud ligel partîya Yisrael Beitenu 31 kursî di rêza pêşî de bidest xistin. Tê çaverê kirin ji Serokwezîr were xwestin ku hikûmetekê ava bike, karekî ku nuha zehmet bûye ligel serkeftina ne çaverêkirî ya partîyên naverast.

Surprîza mezin ji partîya sekuler ya Yesh Atid hat, ya ku 19 kursî bidest xist û bi vê yekê li pêş Partîya Karkeran xist ya ku 17 kursî bidest ve anî û herwiha partîya oldar ya rastgir, Mala Cihû ku 12 kursî bidest xist.

Birêz Netanyahu serkeftina xwe ragihand û soza hikûmeteke berfireh da.
XS
SM
MD
LG