Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Jinûve Rexne li Opozîsyona Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergei Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergei Lavrov
Rûsya rexne li opozîsyona Sûrî digire li ser daxwaza wê ku Beşar Esed ji desthilatê dakeve û dibêje ku ev daxwaz hewildanên rawestandina tundûtûjîyê li Sûrîyê têk dibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov roja Çarşemê daxwaza opozîsyonê jibo ruxandina Esed wekî “hewes” binav kir. Wî got, madem ev daxwaz heye, şer dê her berdewam be û xelk dê her bimirin.

Rûsya li ber hemî hewildanên navnetewî jibo fişarkirina li ser Esed daye û ligel Çînê 3 bernivîsên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî veto kiriye ku reng e bûbana egera tole û cezayan li dijî hikûmeta Sûrî.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha got, ti plan jibo derxistineke mezin ya hemwelatîyên Rûs ji Sûrîyê tune ye.

Roja Çarşemê 2 firok ji Lubnanê gehiştin Moskowê ku 77 hemwelatîyên Rûs yên ji Sûrîyê revîyane tê de bûn. Piranîya wan jin bûn ku hevjînên hemwelatîyên Sûrî ne.

Hêjayî gotinê ye ku bi deh hezaran hemwelatîyên Rûs li Sûrîyê dijîn.
XS
SM
MD
LG