Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur NY şermezar Dike


Civata Ewlekarîya NY
Civata Ewlekarîya NY
Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî fermana sizayên dijwartir li dijî Koreya Bakur daye jiber tecrûbeyên wê li ser avêtina mûşekan li meha 12ê ji sala borî. Vê gavê hiştîye ku Pyongyang ezmûneke navokî ya nû nîşan bide.

Civata Ewlekarîyê ya ji 15 endaman pêk tê, roja Sêşemê bi piranî deng da ku avêtina mûşekên balîstîkî şermezar dike jiber ku ew li jêr sizayên NY li ser Koreya Bakur qedexe ye. Civatê herwiha gefe kir karekî mezin bike eger hikûmeta Koreyî tecrûbeyên ji vî rengî berdewam kir.

Koreya Bakur demûdest bersiv da û got ku nema danûstandinên navokî berdewam dike. Wê herwiha soz da ku asta artêş û tersana xwe ya navokî zêdetir bike.

Pyongyang du caran berî nuha tecrûbeyên navokî piştî sizayên NY birêve birine.

Wêneyên satelîtê yên vê dawîyê pêşniyar dikin ku ew nuha xwe jibo tecrûbeyeke din amade dike.
XS
SM
MD
LG