Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Bakura Îraqê Hatin Kuştin


Di behîyekê de li mizgefteke Şîeyan li Tuz Xurmato bakura Îraq roja Çarşembî, êrişbirekê xwekuj xwe teqand û bi dehan kes kuştin.

Ahmed Abdulwahid cêgirê parêzgarê Salahedin û Alî Haşim endamê encumena parêzgeha Kerkuk û cêgirê Beroka Turkomanî dinav birîndaran de ne. Ew peqîn qewimî rojekê piştî jimarek êrîşan, ku sê ji wan otombîlên bombekirî bûn û li nav û derdora Bexdaya paytext peqîn, û bi kêmî 22 kes kuştin.

Heta niha çi alî berpirsyariya êrîşên vê heftîyê bi stûyê xwe ve negirtîye, lê karbidestên Îraqê dibêjin, nîşanên El Qayda bêve diyar in.

Jibo guhdarîkirina raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Letîf Nêrweyî ji Suleymanîyê kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.
Report
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
XS
SM
MD
LG