Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kişanak: Muzakere bi Bêdengkirina Alîyek Nabe


Hevseroka Partîya Aşitî û Demokrasîyê Gulten Kişanak li Dîyarbekirê di 2-emîn Kongreya Asayî a BDP-a Dîyarbekirê de di derbarê pengava hevdîtinên bi Abdullah Ocalan û li ser rewşa Kurdên Sûrîyê gotarek da.

Gulten Kişanak got “li Tirkîyê di vê dema ku herî zêde divê were axaftin de, ji me re dibêjin ku hiş bin, deng nekin da ku ev pengav xesar nebine. Birêz Kişanak got “muzakere bi bêdengkirina alîyek nabe. Ger tenê hun biaxivin û em bêdeng bimînin, ev nabe muzakere, dibe monolog.”

Hevseroka BDP'ê jibo dexwaza çûndina Îmarlîyê got “Ger em herin Îmralîyê ê ev çûn bibe nişana ku tecrîda li ser Ocalan hatîye rakirin. Jiber ku tecrîd astengiyek mezin e li pêşîya çareserîya pirsgirêka Kurd.”

Siyasetvana Kurd parlamenterên AKP yên Kurd jî rexne kir û got “ger îro di AKP'ê de jibo çareserîyê îradeyek tam çênenebûbe , sedema wê tev ji kêmasîyên parlamenterên Kurd ên AKP’ê ne. “

Hevseroka BDP destnîşan kir ku neha li Serêkanîyê de şer û pevçûn hene û got ku Tirkîye çekan dide endamên Artêşa Azad û wan dişine ser herêmên Kurdan. Kişanak bang kir da ku jibo Kurdên rojava alikarîya însanî were kirin û Tirkiyê jî derîyên sînor veke.

Gulten Kişanak gotina Serokwezîr Erdogan bibîr xist û got “Serokwezîr dibêje dibe ku li Almanyayê jî bûyerên weke yên Parîsê rû bidin. Serokwezîr bila bizanibe ku ev gotin pir giring e, qey di destê wan de lîsteyek kuştinan heye, ger neaxivin emê bêjin eleqa kuştinên siyasî û hikumetê bihev heye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG