Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirove - Guherînkarîyên Kabîneya Hikûmeta Tirkîyê


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan biryar da ku guherînkarîyan di kabîneya hikûmeta xwe de encam bide.

Guherîna hejmareka wezîrên hikûmetê di demekê de ye ku danûstandin bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê re berdewam e jibo çekdanan PKK’ê.

Guherîna herî berçav ya wezîrê navxwe yê Tirkîyê ye. Fermandarê berê yê Stenbolê Muammer Guler li cihê idris Naim Şahin bû wezîrê karê hundir.

Di medyaya Tirkîyê de, hejmareke ajansên nûçeyan we didin xuyakirin ku guherîna kabîneya hikûmetê bi pirsa Kurd ve girêdayî ye.

Rojnamevan Mihemed Sanri, berpirsê bîroya Kurdistan TV li Stenbolê, dibêje ku guherîna kabîneya hikûmetê karekê çaverêkirî bû û got ku “ev guherîn zêdetir wek balansek ya di nav hikûmetê bi xwe de ye.”

Birêz Sanri dûr dibîne ku guherîna wezîran beşek be li bizavên çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkîyê.

Herwiha rojnamevan Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Dîyarbekirê, dibêje ku guhertina kabîneyê ne ji ber mesela çareserîya pirsgirêka Kurd e.

Birêz Veroj dibêje ku jibo pirsa Kurd “helwêst û zelalîya polîtîka hikûmetê girîngtir e” ji guherîna wezîran.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG