Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Bingehê Çekdarên Îslamî li Malî Hate Kontrolkirin


Leşkerên Fransî li Malî.
Leşkerên Fransî li Malî.
Karbidestên Fransî dibêjin, hêzên artêşa malî bi piştgîrîya artêşa Fransî bajarê stratejîk yê Gaw kontrol kir, ku bingehekê xurt yê çekdarên Îslamî bû.

Wezareta berevanî ya Fransî roja Şembî ragihand ku leşkerên herdu welatên Nîjerya û Çad niha ber bi wî bajarê diçin jibo parastina tenahîyê.

Wezîrê berevanî yê Fransî Jean-Yves Le Drian dibêje ku di êrîşa jibo kontrolkirina bajarê Gaw hêzên esmanî û erdî hatin bikar anîn.

Artêşa Fransî di destpêka vê mehê de operasyona leşkerî li Malî destpê kir piştî çekdarên Îslamî dest bi ser piranîya bakura wî welatî girt.
XS
SM
MD
LG