Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Nefta Xwe li Yekîtîya Ewropî Qedexe Dike


Peyvdarê wezareta neft a Îranê ragihand ku firoştina neft û gaza Îranê bo welatên Yekîtîya Ewropî hate qedexekirin.

Yeketîya Ewropî, ku ji 27 welatan pêk dihêt, li sala bihurî biryar da ku nefta Îranê boykot bike wek beşek li cezayên tund li dijî Tehranê jiber bernama navokî ya Îranê.

Ne eşkere ye ka biryara Îranê li dijî Yekîtîya Ewropî çi bandor dibe yan ne, lê belê wek biryareke sîmbolîk dihête dîtin.

Peyvdarê wezareta neft a Îranê Elî Riza Nikzad Rehber dibêje ku biryara Îranê her li cihê xwe dimîne hindî Yekîtîya Ewropî biryaran li dijî Îranê bide.
XS
SM
MD
LG