Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjî li Misirê Berdewam e


Karbidestên saxlemî li Misirê dibêjin bo roja duwê tundûtûjî li bajarê Por Seîd berdewam bû.

Li tundûtûjîya roja Yekşmê, sê kes hatin kuştin û bi kêmî ve 400 kesên din birîndar bûn.

Roja Şembîyê, bi sedema pevçûna navbera xwepêşanderên li dijî hikûmtê û hêzên polîsî, bi kêmî ve 33 kes li bajarê Por Seîd hatin kuştin.

Tundûtûjîyê destpê kir piştî dadgeheke Misirî cezaya îdamê li dijî 21 tawanbaran ragihand.

Pevçûn li navbera kesûkarên tawanbaran û polîsên zîndanê qewimî. Bi dehan kesên din jî di pevçûnê de birîndar bûn.

Dadgeha Qahîre cezayê îdamê li dijî 21 kesan ragihand jiber beşdarîya wan di tundûtûjîyan de li maçeke futbolê li bajarê Por Seîd sala bihûrî. Di wan tundûtûjîyan de 74 kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG