Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 2 Karmendên Saxlemîyê li Pakistanê Hatin Kuştin


Bombeyeke li ser rêyekê 2 karmendên saxlemîyê li herêma bakurê rojavaya Pakistanê kuştine, li heman cîhê ku li du mehên borî çend êrîşên ji vî rengî pêk hatine.

Karbidestan gotin ku êrîşa roja Pêncşemê pêk hat, dema ku 2 mêr diçûn gundê Malikhel. Bombeya li ser rê bi wan de peqîya û ew hatin kuştin.

Roja Sêşemê jî polîsan gotin ku çekdaran li devera Swabi ya eyaleta Khyber Pakhtunkhwa serbazekî polîsan kuştine, dema ku ligel tîmeke saxlemîyê bû.

Ew êrîş jî pêk hatibû, dema ku karker ji malekê diçûn malekê da ku perpûna (aşi/şirinqa) dijî vîrusa felcbûnê bidin zarokan.

Ti kes ji karmendên saxlemîyê di êrîşa Sêşemê de nehatibû kuştin.

Li meha 12’ê ya sala borî, 9 karmendên saxlemîyê ku perpûn ligel wan bû li seranserî Pakistanê hatin kuştin.

Ti kesî heta niha berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe. Lê, di demên borî de, Talîbanê dijberîyeke tund hember perpûnê nîşan daye û karmendên saxlemîyê bi sîxorîyê tawanbar kirine.

Pakistan yek ji sê welatên cîhanê ye ku felcbûn lê pir belav e. Li deverên eşîrî ku mîlîtan lê aktîv in, ev pirsgirêk ya herî xirab e.
XS
SM
MD
LG