Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cara Yekê li Dadgeheke Tirkîyê Wergerê Kurdî Amade Bû


Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Dîyarbekir / Piştî ku Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul qanûna xweparastina bi zimanê dayikê erê kir, di Doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ku li Dîyarbekir tê dîtin de, bi awayek fermî wergerê Kurdî hat tayîn kirin.

Tercumanê yekê yê Kurdî li dadgehên Tirkîyê, Serokê berê yê Komela Kurdî-Der’ê Burhan Zorooglu bû.

Birêz Zorooglu wergwerîya Cîgirê Şaredarê Dîyarbekirê Alî Şişmek kir. Alî Şahîn destnîşan kir ku ew kêfxweş e ku di alî qanûnî de gavek wiha erênî hatîye avêtin.

Avuqatê dozê Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku ev gaveke erênî ye, lê li gorî qanûnê mesrefê tercûman dê ji alîyê girtî yan bersûcan were dayîn.
XS
SM
MD
LG