Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qaydê ya Îraqê Bang li Sunnîyan Dike ku Çekan Rakin


Grubeke nêzîkî El Qayde'yê li Îraqê bang li Sunnîyan kir ku çekên xwe li dijî hikûmeta bi pêşengîya Şîayan rakin, li vê demê ku girjîya heyî û xwepêşandanên Sunnîyan zêde dibin.

Di daxuyanîyeke dengî de ku li malpera Dewleta Îslamê ya Îraqê hate weşandin, berdevkê wê grubê Ebu Mihemed El Adnanî dibêje, yan sunnî li hember Şîayan stûyê xwe xwar bikin yan jî jobo şeref û azadîya xwe çekan rakin.

El Adnanî herwiha dibêje, xwepêşandanên Sunnîyan yên vê dawîyê gaveke girîng e, li dijî Serokwezîr Nurî El Malikî.

Hevdem, bi hezaran Sunnî îro Înîyê li bajarê Felluce ya parezgeha Anbar rêçûneke berfirek pek anîn.

Xwepêşandêrên Sunnî gilî dikin ku hikûmeta Îraqê reftareke neyarene li hember wan dimeşîne û sîyasetên Bexda'yê pirnaî wan ji xwe re dike armanc.
XS
SM
MD
LG