Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Rûsî û Opozisyona Sûrî Kom Dibin


Muaz El Xetîb.
Muaz El Xetîb.
Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov ligel rêberê opozisyona Sûrî kom bû.

Lavrov roja Şembî li perawêza Konferansa Parastina Munich bi Muaz El Xetîb re civîya.

Ev cara yekemîn e ku rêberên Rûsyayê û opozisyona Sûrîyê kom bibin.

Rûsya hevalbenda rejîma Beşar El Esed e û heta niha sê caran biryara Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî Esed veto kirîne.

Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden û nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî û karbidestên din di Konferansa Parastina Munich de beşdar in, ku taybet e bi qeyrana Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG