Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Amade ye Rasterast bi Îranê re Bicive


Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden.
Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden.
Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden dibêje ku hikûmeta Amerîkî amade ye rasterast bi Îranê re bicive jibo encamdana gotûbêjan li ser bernama navokî ya Tehranê.

Lê belê pêdivîye ku li destpêkê Tehran rijdîya xwe jibo danûstandinan nîşan bide, li gorî birêz Biden.

Di gotarekê de li Almanyayê, birêz Biden got ku Washington naxwaze li danûstandinên bê encam beşdar be.

Birêz Biden li Almanyayê ye jibo beşdarîkirin li Konferansa Parastina Munich, ku taybet e bi qeyrana Sûrîyê.

Di perawêza wê konferansê de, birêz Biden bi rêberê opozisyona Sûrîyê Muaz El Xetîb re kom bû.
XS
SM
MD
LG