Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Kurdên Sûrîyê li Stenbolê


Hejmara welatîyên Sûrîyê ku jiber şer û alozîya li welat ya berdewam ji neçarî terka welatê xwe dikin û dibin penaber roj bi roj zêdetir dibe. Bajarê herî mezin yê Tirkîyê Stenbol jî yek ji wan bajaran e ku welatîyên Sûrîyê lê koçber dibin.

Jineke Kurd bi navê Fatma Elî ya 30 salî tevî 6 zarokên xwe ji Helebê bi qaçaxî derbasî Tirkîyê dibe û di Stenbolê de derdikeve.

Ew, bêyî ku hay ji jiyana vî bajarî hebe ji me re dibêje, "em hatine Stenbolê kar bikin da ku zarokên xwe xwedî bikin. Çi ji destê me were emê bikin. Emê li vir nok û nîskan biçînin da ku debara xwe bikin."

Penaberekî bi navê Mihemed Hisên jî ji Dengê Amerîka re dibêje, ji gundê Cebilbedro yê girêdayî Helebê bi carekê 30 endamên malbatê derbasî Tirkîyê bûne ku niha ti xizmekî wan li Sûrîyê nema ye.

Jimareke zêde ya koçberên Sûrîyê li Stenbolê hene ku li gor agahîyên em ji rûniştvanên taxên ew lê dimînin distînin, piranîya wan jî Kurd in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG