Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arinç: Pirsgirêka Kurd bi Rêyên Leşkerî Çareser Nabe


Bulent Arinç û Recep Tayyip Erdogan. (Erşîv)
Bulent Arinç û Recep Tayyip Erdogan. (Erşîv)
Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç dibêje ku pirsgirêka Kurd bi rêyên leşkerî nahête çareserkirin.

Birêz Arinç herwiha got ku hikûmeta wî bi hemû rêyan bizavê dike ku şerî bi dawî bîne, li gorî rojnameya Zaman ya Tirkîyê.

Cîgirê serokwezîrî dibêje eger pirsgirêk "bi çek û kuştin û teqînan çareser bibe, ew pirsgirêk li salên 1990’an çareser dibû.”

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan pêvajoyeke nû destpê kirîye jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd li wî welatî.

Karbidestên Tirkîyê herwiha danûstandinê bi rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan re dikin, di bizavekê de jibo razîkirina PKK'ê da dest ji çekî berde, li gorî karbidestên Tirkîyê.
XS
SM
MD
LG