Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Serdana Misirê Kir


Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad roja Sêşemê serdana Misirê kir û bû yekemîn serokê Îranî ku biçe Misirê piştî şoreşa Îslamî ya sala 1979’ê li Îranê.

Serokkomarê Misirê Muhemed Mursî li balafirgeha Qahîre pêşwazî li Ahmedînejad kir.

Serokê Îranî bi karbidestên Misirê re kom dibe û paşî li konferansa Rêxistina Hevkarîya Îslamî beşdar dibe ku roja Çarşemê destpê dike.

Têkelîyên navbera Qahîre û Tehranê pir aloz bûn piştî şoreşa 1979’ê û rêkeftina aştî ya navbera Misir û Îsraîlê, lê belê têkelîyên herdu alîyan baş bûn piştî Mursî li sala bihurî bû serokkomarê Misirê.
XS
SM
MD
LG