Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zafer Ozbîlîcî: Sarai Sierra Keça Me Bû


Zafer Ozbilici.
Zafer Ozbilici.
Kuştina jina Amerîkî ya 34 salî Sarai Sierra ku ji 21’ê meha 1’ê ve winda bû bi taybet li medya Amerîkî, ya dinyayê û Tirkîyê hîna babeteke sereke ye di rojevê de.

Termê Xanima Sierra, Şemîya borî êvarê li ber kavilên sûrên Stenbolê anku li dorûbera Sarayburnu ya taxa Cankurtaran di nav batanîyekê de pêçayî hatibû dîtin.
Piştî dîtina termê wê, ev çend roj in bi xurtî lêpirsîn û lêkolînên jibo ronîkirina vê kuştinkarîyê didomin.

Karbidestên emnîyeta Stenbolê termê Xanima Sierra, do Duşemê piştî otopsîya Tiba Edlî radestî hevserê wê Stevens Sierra û birayê wê David Jimenez kirin. Wan jî berîya termê wê bişînin Amerîka, birin morga Dêra Sê Horan ya Ermenî ku li Beyogluya Stenbolê ye.
Lêkolînên li ser kuştina Xanima Amerîkî bi hevkarîya polîsên Stenbolê û Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) ya Amerîkî piralî berdewam dikin da ku qatil yan jî qatilên Xanima Sierra werin dîtin.

Komela Malbatên Xizmên Windayan (YAKAD) jî xebata lêgerîna Xanima Amerîkî dikir ku bi wêneyên ser ‘Otobusa Hêvîyê’ û broşûrên destan kuçe bi kuçe li Stenbolê ketibûn pey şopa wê.

Dayika Sierra Betzaida Jimenez, jiber biservebûna keça xwe spasîya gelê Tirkîyê û bi taybetî jî spasîyên xwe jibo YAKAD’ê dike, jiber ku bi ‘Otobusa Hêvîyê’ li kuçeyên Stenbolê li keça wê gerîyane.

Serokê YAKAD’ê Zafer Ozbîlîcî, derbarê hewildanên komeleyê yên jibo dîtina Xanima Amerîkî Sarai Sierra û peyama spasîya malbata Xanima Sierra ya li Amerîka ji Dengê Amerîka re peyivî.

Birêz Bîlîcî, sersaxîya malbata Xanima Sierra dike. Ew dibêje, “Bila malbata wê baş zanibe ku me jî keça xwe winda kiriye ku em pê pir xemgîn in.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG