Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonya Çînê Şermezar Dike


Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe dibêje, cîhê mixabinîyê ku keştîyeke ceng ya Çînî belemeke Japonî ji xwe re kir armanc, li nêzîkî giravên kêşe li ser.

Birêz Abe, di axaftina xwe ya li parlemanê de îro Çarşemê got, ev gava Çînê gaveke xeter e. Shinzo Abe hişyarî da ku reng e gavên wiha bibe sedema girjî û pevçûnan.

Birêz Abe bi berdewamî got, li vê demê ku peywendîyên navbera Çîn û Japonyayê ber bi başbûnê ve dihere, kiryarên wuha yekalî yên provakatîf cîhê mixabinê ye.

Japonya bi fermî ew bûyer şermezar kir ku jiber giravên kêşe li ser yên li Derya Rojhilata Çînê qewimîbû.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Victoria Nuland do Sêşemê got, Amerîka jiber wê bûyerê xembar e. Wê got, kiryarên wiha tehlukeya encamên nebaş zêde dike û îstîqrara herêmî jî tehdît dike.
XS
SM
MD
LG