Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Fransî û Malî li Nêzîkî Bajarê Gao Şerê Tundrêyên Îslamî Dikin


Wezîrê Berevanîya Fransayê Jean Yves Le Drian dibêje ku hêzên li ser vegerandina bakurê Malî kar dikin, ji derveyî çend bajarên sereke li wê herêmê rastî komên Cîhadî yên mayî tên.

Wezîrê Fransî roja Çarşemê got ku hêzên Fransî û Malî roja Sêşemê li nêzîk bajarê Gao ketin nav şerekî ligel tundrêyên Îslamî.

Birêz le Drian herwisa got, firokên Fransî êrîşên ezmanî li dijî armancên mîlîtanan berdewam dikin.

Gao yek ji bajarên bakurê welat e ku hêzên Fransî û Malî meha borî careke din bidest xwe ve anîne, piştî ku hêzên Îslamî ber bi bajarê Bamako yê paytext ve çûn.

Fransa plan dike hêzên xwe vekêşe û rê bide artêşa Malî ligel hêzeke Afrîkî ku kontrola deverên bidestxistî bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius roja Sêşemê got ku eger her tişt wekî hatîye plan kirin derbas bibe, ewê hêzên welatê wî mala were dest bi vekêşanê bikin.
XS
SM
MD
LG