Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Rêberê Opozîsyonê li Tûnisê Hate Şermezarkirin


Bi hezaran kes roja Çarşemê li Tûnisê rijîyan kolanan ku kuşrina rêberekî navdar yê opozîsyonê şermezar bikin.

Xwepêşander herwiha di xemê de ne ku Îslamîyên tundrê gefe li ser veguharîna demokratîk ya wî welatî dikin.

Şukrî Belaid yek jî rêberên serekî yê Enîya Gel bû ku ew jî hevalbendîyeke çepger bû û sala borî hatibû damezrandin.

Birêz Belaid dema ew ji mala xwe derdiket hatibû kuştin.

Polîsên Tûnisî gaza îsotê kar anî ku xwenîşandêr ji hev cihê bikin ku jibo protestokirina kuştina Şukrî Belaid kom bibûn.
XS
SM
MD
LG