Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Brennan li Pêş Komîteya Senato ye


Komîteyeke Senatoya Amerîkî dê îro Pêncşemê berbijarê Serok Barack Obama jibo rêbertîya Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan bide ber lêpirsînê.

Şîretvanê dijî terorê yê Qesra Spî John Brennan dê were pêş Komîteya Zanyarîyan ya Senatê û derbarê hêlana karanîna firokên bêmirov li dijî hemwelatîyên Amerîkî li derveyî Amerîka ku beşdarî karên terorê bibin, îfade bide.

Birêz Brennan wekî piştgirekî xurt e jibo sîyasetên dijî terorê yên rêvebirîya Obama tê nasîn

Karbidestekî hikûmetê roja Çarşemê got, Serok Obama ferman daye Wezareta Dadê ku belgeyên qanûnî yên nepenî bide Kongresê jibo rewakirina karanîna firokên bêmirov.

11 senatoran daxwaz kirine van belgeyan bibînin piştî ku fermaneke ser vê mijarê ji alîyê Wezareta Dadê ve bê mebest hatibû derxistin.

Rêvebirîya Serok Obama berê jî gotibû, ew dikare firokên bêmirov bikar bîne, eger gumanek li ser terorîstekî hebe.

Nameya ku hatîye derxistin herwiha dibêje, hemwelatîyên Amerîkî jî dikarin bibin armanc eger beşdarî komployeke terorîstî bibin.
XS
SM
MD
LG