Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Partîya Desthilatdar li Tûnisê Xwepêşandanê Dikin


Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.
Alîgirên Partîya El Nehze ya Îslamî.
Bi hezaran alîgirên partîya Îslamî ya desthilatdar roja Şembî hatine ser şeqamên Tûnisê, rojekê piştî bi dehan hezar kes xwepêşandan li dijî hikûmetê kirin.

Roja Înî şer û pevçûn li navbera xwepêşanderan û hêzên polîsî çêbûn, li dema binaxkirina rêberê opozisyonê Şukirî Bilîd.

Xwepêşanderan sloganên li dijî Îslamîyan bilind kiribûn û otomobîl şewitandin. Karbidestên Tûnisî dibêjin ku 132 kes hatîne binçavkirin.

Bilîd, ku çalakvanekî opozisyonê yê sekular bû, heftîya bihurî li pêş mala xwe hate kuştin.

Malbata Bilîd partîya desthilatdar ya Îslamî bi kuştina wî tombetbar dikin.
XS
SM
MD
LG