Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

VOA Fîlmeke Qedexekirî ya Derhênerê Kurd li Îranê Diweşîne


Derhênerê û hundermendên beşdar di fîlma ‘Demsala Kerkedan’ de.
Derhênerê û hundermendên beşdar di fîlma ‘Demsala Kerkedan’ de.
Dengê Amerîka weşana fîlma Demsala Kerkedan ya derhênerê Kurdê Îranê Behmen Qubadî li Îranê destpê kir.

Welatîyên Îranî şeva Înî şîyan bi rêya kenala Dengê Amerîka ya satellîtê berê xwe bidin wê fîlmê, ku li Îranê hatîye qedexekirin. Herwiha temaşevan dikarin bi rêya malpera Dengê Amerîka ya înternetê berê xwe bidin wê fîlmê.

Behmen Qubadî dibêje, ya girîng e ku Dengê Amerîka fîlma wî belav bike jiber ku ew fîlm ji layê hikûmeta Tehranê ve hatîye berbendkirin.

Fîlma Demsala Kerkedan taybet e bi jîyana helbestvanê Kurdê Îranê Sahêl, ku li dema şoreşa Îranê li sala 1979’ê hatibû girtin.

Di wê fîlmê de hundermenda navdar a Îtalî Monica Bellucci rola hevjîna Sahêl dileyize.

Derhêner Qubadî mafê weşana fîlmê da Dengê Amerîka.
XS
SM
MD
LG