Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Ergîn: Pêvajo Xwemalî ye, Hin Aktorên Deverê jê Nexweş in


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Sadullah Ergîn, derbarê pêvajoya Îmralîyê ku bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re tê meşandin peyivî.

Ew, dibêje, 'Ev pêvajoyeke xwemalî ye, îhtimala encamdanê jî wê li ser hevsengîya deverê bandorê bike ku hin aktorên deverê jê nexweş in.'

Wezîrê Dadê Ergîn, di bernameyeke televizyonê ku do êvarê beşadarî kir de, diyar dike, ew jiber geşedanên destpêkê yên heta niha, li ser serketina pêvajoyê bi hêvî ne ku nîqaşên kî here girava Îmralîyê jî babeteke teferûat e.

Ew, agahî dide, dibe ku jibo hevdîtinên bi Îmralîyê re hefteya pêşîya me hin geşedanên berbiçav çêbibin ku mebesta wan jî ew e pêvajo li ser encamgirtinê were meşandin.

Hêjayî gotinê ye Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî do Yekşemê ji bajarê Kayserîyê radigihîne, heke bibe sedema ku deshilata wî jî here, ewê hewil bide vê pirsê çareser bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG