Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Sînorê Tirkîyê-Sûrîyê 10 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna otomobîlekê li sînorê navbera Tirkîyê û Sûrîyê, bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin û 32 kesên din birîndar bûn, li gorî raportên medyaya Tirkîyê.

Ajansa Anadolu ya nûçeyan radigihîne ku ew teqîn roja Duşemê li li derîyê sînorî yê Cilvegozû, li devera Reyhanli ya herêma Hatay çêbû.

Teqîn li hêla tampon, 40 metre nêzî derîyê Tirkîyê, di wesayîtek Sûrî de pêk hat.
Her di wê teqînê de hejmareke otomobîlan şewitîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG