Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Ekonomîya Serbest Pirtir Akîkarîya Çîna Navîn Dike


Senatorê Amerîkî Marco Rubio yê Komarî bersîva gotara salanê ya Serok Obama da û bi giranî li ser babetên aborî axifî.

Rubio bal kişand ku jibo xurtkirina aborîyê, “ekonomîya bazara serbest” ji polîtîkayên bi piştgirîya hikûmeta federal pirtir feyde tîne.

Marco Rubio ku Amerîkî yê bi eslê xwe Kubayî ye, red kir ku rexnekirina sîyaseta Serok Obama maneya piştgirîya mîlyoneran nade.

Rubio got, sîyaseta birêz Obama dê zirarê bide koçberan jiber ku bacan zêde bike ku ew jî dikare bibe sedem ku gelek kes karên xwe ji dest berdin.

Senatorê Amerîkî Marco Rubio herwiha got, alîkarîya herî baş ya jibo çîna navîn, xurtkirina aborî ye û bi vî awyî kêmahîya budceyê welêt jî bikare were kêm kirin.
XS
SM
MD
LG