Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Komandarekê Mezinê Îranê li Libnanê Hate Kuştin


Komandarekê mezin yê Sipahê Pasdaran (Artêşa Nobedarên Şoreşê) yê Îranî li Libnanê hate kuştin, li gorî malpereke nûçeyan ya Îranî.

Malpera (meshreghnews.ir) radigihîne ku general Hesen Şaterî ji layê “kirêgirtî yên rejîma Zîonist” ve hatîye kuştin.

Şaterî berpirsê Sipahê Pasdaran bû li Libnanê û serperiştîya projeyên Îranî dikir li wî welatî.

Îran hevalbenda sereke ya rejîma Sûrî û komela çekdarî ya Hizbullah ye li Libnanê. Tehran piştgîrîya sîyasî û leşkerî dide herdu alîyan.
XS
SM
MD
LG