Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Otomobîlekê de 7 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Polîsên Pakistanê dibêjin ku bombeyek li rex rê bi trimbêlekê ve peqîya ye û di encama wê de 7 endamên tevgerek dijî Talîbanê hatine kuştin.

Desthilatdar dibêjin, bi kêmanî 9 kesên din di peqîna roja Pêncşemê de birîndar bûne, ya ku li herêma Orakzai ya bakur rojavaya Pakistanê pêk hatiye.

Ti alî berpirsîya peqînê nexistiye stûye xwe.

Demeke zûtir roja Pêncşemê, 5 êrîşbirên xwekuj êrîş birin ser polîsxaneyekê li bajarê Bannu ku ew jî li bakur rojavaya welêt dikeve. Berdevkekî polîsan dibêje, sê ji wan êrîşbiran di dema teqînê de hatin kuştin û herdu yên mayî bi guleyên polîsan hatin kuştin. Herwiha yek polîs jî di bûyerê de birîndar bû.

Tevgera mîlîtan ya Talîbanê berpisîya êrîşa li bajarê Bannu xistiye stûye xwe. Berdevkekî Talîbanê dibêje wan ev êrîş kiriye wekî tolhildan li dijî kuştina hinek şervanên din yê Talîbanê.
XS
SM
MD
LG