Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Seroktîyê Uhuru Kenyatta Pişikdarî li Hilbijartinan Dike


Uhuru Kenyatta piştevanên xwe silav dike
Uhuru Kenyatta piştevanên xwe silav dike
Dadgeha Bilind ya Kenyayê rê li ber berbijarê seroktîyê Uhuru Kenyatta vekir ku di hilbijartinên meha pêş de pişikdarî li hilbijartinan bike.

Birêz Kenyatta li meha Nîsanê derdikeve pêş dadgehê, jiber îdîayên hember wî ku wî tawanên dijî mirovahîyê kirîye.

Uhuru Kenyattadi rûberê tawanên Dadgeha Tawanan ya Navnetewî ye, jiber beşdarîya wî ya rêvebirîna tundûtûjîya kujêr ya piştî hilbijartinên aloz ya sala 2007’an.

Li ber e, rûniştina doza wî pênc hefte piştî hilbijartinan 4’ê Adarê destpê bike.

Dadgehê rê li ber hevalê wî yê berbijar William Ruto jî vekirîbû ku ew jî di Dadgeha Tawanan ya Navnetewî de tê darizandin. Dadgehê gotibû ku li ser tawanên dijî Ruto desthilata wî tune.

Hem Kenyatta hem jî Ruto tawanên dijî xwe red dikin.
XS
SM
MD
LG