Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya YNK'ê li Parlemana Tirkîyê Serdana BDP'ê Kir


Şandeya YNK'ê li Parlemana Tirkîyê serdana BDP'ê dike
Şandeya YNK'ê li Parlemana Tirkîyê serdana BDP'ê dike
Şandeya bi Seroktîya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Kosret Resûl Elî piştî hevdîtinên bi karbidestên Tirkîyê re, îro Înîyê jî li parlamanê bi Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) re civîya.

Heyeta 5 kesî ya YNK’ê, do Pêncşemê 2 hevdîtinên girîng li Enqerê pêk anîn ku yek jê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re ya diduyan jî bi Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re bû.

Şandeyê herwiha roja Çarşemê jî, bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul re hevdîtinek pêk anîbû.

Şandeya YNK’ê, îro Înîyê jî li parlamena Tirkîyê, bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û parlamentarên BDP’ê re civîya.

Piştî civînê, Hevserokê BDP’ê Demîrtaş got, ew bi serdana heyetê pir kêfxweş û serbilind in.

Serokê Şandeya YNK’ê Kosret Resûl Elî jî piştî gotinên Hevserokê BDP’ê xuya kir ku şandeya wan bi mebesta piştgirîya pêvajoya aştîyê, li parlamanê serdana partîya bira, BDP’ê kiriye.

Birêz Resûl li ser pirsekê got, "Em jibo ku encameke erênî ji pêvajoya aştîyê derkeve piştevanîya wê dikin."

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, di heman demê de li ser şandeya ku serdana Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bike jî eşkere kir ku ti krîzek li ser dîyarkirina navên kesan tune ye. "Em îro Înîyê yan jî roja Duşemê jibo serdana Îmrali’yê, serlêdana xwe ya fermî li Wezareta Dadê dikin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG