Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê, Alîkarî jibo Kurdên Sûrîyê


Li Stenbolê jibo alîkarîya mirovî ji Kurdên Sûrîyê re bişînin, sazî û dezgehên sivîl kempeynên alîkarîyê dane destpê kirin.

Komela Hevkarîya Civakî û Çandî ya Koçberan (GOÇ-DER), dawîya vê heftê jibo mehekê kempeyna alîkarîya însanî jibo Kurdên Sûrîyê da destpê kirin.

Dîsa li Stenbolê Platforma Komelên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkîyê (DGD) ku bi dehan komelên bajarên Kurdan dihewîne nav xwe, tevî hemû pêkhatên xwe beşdarî kempeyna alîkarîyê dibe.

Revebirê Tayê Goç-Der ya Stenbolê Mîrza Korkmaz, bang li Kurdên Stenbolê dike, çawa ku di erdheja Wan’ê de, bi xurtî alîkarîyeke mezin hatibû şandin, niha jî jibo Kurdên Sûrîyê wê alîkarîyê bikin.

Serokê DGD’ê Abdulhakîm Daş jî ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, wekî platforma komelên bajaran ew ê xwe bigihînin nêzî 10 hezar kesan ku her kes dikare li gor derfetên xwe beşdarî vê kempeynê bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG