Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreka Teqînan Bexda Hejand


Teqîna taxê Kerrade, Yekşem, 17'ê Şubatê.
Teqîna taxê Kerrade, Yekşem, 17'ê Şubatê.
Bi sedema zincîreka teqînan li taxên Şîeyên Bexdayê bi kêmî ve 30 kes hatin kuştin, li gorî karbidestên Îraqî.

Di teqînên roja Yekşemê de herwiha 100 kesênd in birîndar bûn.

Teqînên herî mezin li bajarê Sedir yê paytexta Îraqî bûn. Herwiha teqîn li taxên Meamîl, Husênîye, Kemalîye, Kerrade, Seyîdîye û şeqama Felestîn qewimîn.

Her ji destpêka vê mehê de heta niha, bi kêmî ve 100 kes li Îraqê hatîne kuştin, yek ji wan berpirsê akademîya agahî ya leşkerî ya Îraqê bû.
XS
SM
MD
LG