Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Koreya Başûr Hîndarîyeke Leşkerî ya Hevbeş Dikin


Amerîka û Koreya Başûr planek ragihandine ku li meha were hîndarîyeke leşkerî ya hevbeş pêk bînin.

Ev ragihandin tê kirin, çend hefteyan piştî ku ceribandina navokî ya Koreya Bakur girjîyên herêmî anîn holê.

Daxuyanîyek ku ji alîyê Rêvebirîya Hêzên Hevbeş ve roja Pêncşemê hate belav kirin, dibêje ku hîndarîya leşkerî ya salane dê yekê meha Adarê destpê bike.

Di hîndarîya leşkerî de ku mehekê dirêj dike, dê hêzên ezmanî, erdî û deryayî werin bikar anîn.

Di daxuyanîyeke din de, Rêvebirîya Hêzên Hevbeş ragihand ku du hefteyên hîndarîyê li ser kompîterê jî dikin. Ew yek 11’ê Adarê destpê dike.

Daxuyanîya her du welatên hevpeyman dibêje ku ev tatbîqat bi mebesta pêşxistina ewlekarî û amadebûna Koreya Başûr in.

Lê, Koreya Bakur ev liv wek amadekarîya dagerkirina axa wê dibîne.

Pyongyang jî vê dawîyê çend gav avêtine da ku hêza xwe ya leşkerî nîşan bike.
Hikûmeta Koreya Bakur ceribandina xwe ya herî bihêz 12’ê Sibatê birêve bir.
XS
SM
MD
LG