Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan: Di Peqînên Şamê de 83 Kes Mirin


Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, di jimarekê peqînan de herî kêm 83 kes li paytaxta Sûrîyê, Şamê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dide zanîn ku 60 ji qûrbanîyan di peqîna li nêzîkî avahîya navendî ya Partîya Baas ya desthilatdar hatine kuştin.

Tê ragihandin ku piranîya qûrbanîyan sîvîl in ku nav wan de zarok jî hene ku li xwendingehekê nêzîkî cîhê bûyerê perwerde dîdîtin. Herwiha 17 ji kesên kuştî jî endamên hêzên ewlekarîyê ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radihihîne ku xencî peqîna nêzîkî avahîya Partîya Baas, 3 otomobîl hatine peqandin ku 22 kes li taxa Barzeh ya bakur hatine kuştin ku ew dever navenda giştî ya ewlekarîya Sûrîyê ye.

Televîzyona dewleta Sûrî peqîna Şam wekî kiryareke “terorîstî” binav kir û dîmenên peqînê nîşan da ku gelek term li ser rê dihatin dîtin.
XS
SM
MD
LG