Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qûrbanîyên Peqînên li Hîndistanê Zêde Dibe


Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê dibêje, hikûmet dê hemî tiştên pêdivî bike ku berpirsên peqînên li Haydarabad’ê desteser bike ku 16 kes tê de hatibûn kuştin, pirtir ji 100 kesên din jî birîndar bibûn.

Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê Sushil Kumar Shinde îro Înîyê li parlamanê got, yên ku ew peqîn plan kirin û pêk anîn, dê li gor qanûnan bêne ceza kirin.

Birêz Shinde, waxtekî zûtir ji rojnmevanan re got, ew sê roj in ku hêzên ewlekarîyê li seranser welêt di hişyarîyê de ne, da ku rê li ber êrîşên nû bigirin.

Lê, Sushil Kumar Shinde got, îstîxbarat di destê wan de tune ku îhtîmal e êrîş kengê û li ku derê biqewimin.

Polîsên Hîndistanî dîyar dikin ku ew berî salekê hatine hişyarî kirin ku reng e li bajarê Haydarabad’ê êrîşek wiha biqewime.

Karbidestên polîsan radigihînin ku 2 ji êrîşvanên gumanbar yên endamên Mucahîdên Hîndistanê îtîraf kirine ku wan sala borî cîhê bûyerê xebata keşîf kirine.

Karbidest didine zanîn ku heta nija ti kes berpirsîya peqînan bi ser xwe ve negirtîye.
XS
SM
MD
LG