Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk Atalay: "Li Dîyarbekirê Hêvî û Bawerîyeke Mezin jibo vê Pevajoyê Heye"


Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay jibo gava nû a çareserkirina pirsgirêka Kurd, roja Çarşemê li Dîyarbekirê bi 36 nûnerên sazîyên sivil re kom bû.

Wezîr Atalay, piştî kombûnê di derbarê civînê de got “nûnerên ku beşdarê civînê bûn piştgirîya xwe ragihandin û destnîşan kirin ku ji vê pengavê hêvîdar in.”

Beşir Atalay destnîşan kir ewê vê rewşa erênî sibê di civina wezîran de jî destnişan bike.

Ji alîye din ve, Baroya Dîyarbekirê, Komela Mafên Mirovan, Sendîkaya Memur-Sen û gelek nûnerên sazîyên Kurdî ji civînê re nehatibûn vexwendin.

Nûnerê Dîyanet Sen'ê Omer Ersin ji Dengê Amerîkayê re got, ew nizanin ku jiber çi sedemê nehatine vexwendin.

Rêvebirê Însîyatîfa Azadî Muhammed Akar jî got, yên ku îro beşdarê civînê bûn, % 80 nûnerên sazîyên dewletê û yên AK Partîyê bûn."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG