Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Xercîyên Hikûmetê Kêm Dike


Zevîyeke neftê li Îranê
Zevîyeke neftê li Îranê
Îran dibêje ku plana wê ya butçeya niştimanî bi rêjeyeke mezin spartina welêt bo dahatên petrolê kêm dikin ku ew bixwe jî jiber sizayên aborî yê Rojava gelekî lawaz bûye.

Serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad derengî Şemîyê di gotareke televizyonî de got ku hikûmeta wî dê daketina dahata petrolê bi birîna xercîyan û zêdekirina bacan serrast bike. Ev biryar di destpêka sala Îranî de karîger dibe ku dikeve 21ê meha Adarê.

Bo demeke dirêj, Îranê xwe dispart firotina petrolê jibo dora 80 ji sedî ji dahatên wê yên diravên biyanî.

Dahata Îranê ji derfirotina petrol û gazê di encama sizayên navneteweyî de bi rêjeya 45 ji sedî daketîye.
XS
SM
MD
LG